Hilbijartina ‘Midterm’ ya Kongresê li Amerîka Destpê Dike

Dengder li bajarê Omaha li wîlayeta Nebraska nûnerên xwe destnîşan dikin

Çaverê dihête kirin Partîya Komarî dengên pêdivî bidest bînin jibo kontrol kirina Civata Nûneran li Kongresê

Welatiyên Amerîkî roja Sêşembî dengî didin jibo hilbijartina piraniya endamên Kongres û jimareka fermandarên wîlayetan.

Di dengdanê de, ku bi ‘Midterm’ hatiye bi nav kirin, 435 endamên Civata Nûneran, 37 endamên Senatê û 37 fermandarên wîlayetan dihên hilbijartin.

Li gor rawergitinên giştî, Partîya Komarî dikarî dengên pêdivî bidest bînin jibo kontrol kirina Civata Nûneran, ku nuha li jêr kontrola Partîya Demokrat ya Serok Barack Obama ye. Renge Komarî li Senatê jî jimareka kursiyên zêde bidest bînin, belê çaverê nahêt kirin ku Senatê kontrol bikin.

Serkeftineka mezin ya Komariyan dê bîte asteng jibo derbaz bûna karnameya Serok Obama li Kongresê.

Pirsa aboriya welatî bal kişandiye ser dengdanê û ya bû ye cihê aloziyê jibo Demokratan. Serok Obama, rêveberiya Komariya serokê berê George W. Bush berpirsiyar dike beramberî xirabiya rewşa aborî û bêkariyê li welatî.