Hîndîstan Hişyarî Dide Pakîstanê

Serokwezîrê Hîndîstan Manmohan Singh

Hîndîstan îro Yekşemê salvegera 63'ê ya serxwebûna xwe pîroz dike. Di merasîma pîrozbahîyê de, Serokwezîrê Hîndîstan Manmohan Singh, hişyarî da Pakîstana cîran û got, eger Pakîstan berdewam rê bide mîlîtanan ku axa wê li dijî welatê wî bikar bîne, danûstandin dê dom nekin.

Di gotara xwe ya pîrozbahîyê de, birêz Singh li paytaxt New Delhi bang li serhildayên Keşmîra Hîndîstanî kir ku çekên xwe deynin û destbi danûstandinan bikin. Serokwezîr Singh got, Keşmîr pişkeke ji axa Hîndîstanê û nayê cûda kirin.

Serhildayên Misilman yên Keşmîra Hîndîstanê ji salên dirêj vir ve şerê dikin, jibo serxwebûna xwe ji Hîndîstanê bistînin û bibin beşeke Pakîstanê.

Serokwezîrê Hîndîstan Manmohan Singh, her wiha bang li hemwelatîyên xwe kir ku dawî li ferq û cûdahîya olî, herêmî, çînî û zimanî bînin. Wî daxwaz ji hemwelatîyan kir ku ji hev du re baş bin û ferheng û toreyên xwe jî xûrt bikin.