Dîroka Ala Amerîkayê di 250 Salan de

Dîroka ala Amerîkî vedigere rojên destpêkê yên damezrandina Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê û ew geşbûna welêt di nava 250 salan de nîşan dide.

Yekem ala fermî ya Amerîkî di 14'ê Hezîrana 1777'an de ji aliyê Kongrêsa Parzemînî ve hate pejirandin, û niha jî wekî Roja Alê tê pîrozkirin.

Kongrêsê wê demê biryar da ku divê 13 xêzên sor û spî yên li ser hev û 13 stêrkên spî li ser rûbereke şîn li ser alê hebin, ku sembola 13 koloniyên orîjînal.

Her ku Amerîka berfireh bû, al hate guhertin da ku zêdebûba wîlayetan nîşan bide.

Di destpêkê de, xêzek û stêrkek ji bo her wîlayete nû hatin zêdekirin û aleke15 xêz û 15 stêrk çê bû ku ji 1795 heta 1818'an ma.

Di 1818'an de, Kongresê biryar da ku alayê vegerîne 13 xêzan wek rêzhênan ji bo koloniyên orîjînal, lê di heman demê de ji bo her wîlayetekê stêrkek nû lê zêde bike.

Ala Amerîkî ya bi 13 stêrkan.

Stêrên nû dê di 4'ê Tîrmehê de piştî ku wîlayet tevlî Yekîtiyê bibe bi fermî werin zêdekirin. Ev sîstem ji wê demê ve li cihê xwe maye.

Di dîroka Amerîkayê de al 27 caran hatiye guhertin. Her deqeke alê, qonaxek girîng di berfirehbûna welêt de nîşan dide.

Ala 50 stêrkî ya niha di 4ê Tîrmeha 1960'an de, piştî ku Hawaiî di sala 1959an de bû wîlayeta 50'emîn, fermî bû.

Tiştekî balkê di ve derbarê de ew e ku ala niha ji alîyên xwendekarê dibistana navîn ê 17 salî Robert Heft ve, wekî projeyek dibistanê hat dîzaynkirin.

Wî destpêkê pileya B li ser projeyê wergirt, lê mamosteyê wî pileya wî guherand bo A, piştî ku Kongresê dîzayna wî wekî ala nû ya niştimanî hilbijart,

Îro ala Amerîkayê bêhtirî sembola wîlayet û koloniyan e. Ew sembola dîrok, yekîtî, azadî, demokrasî û qurbanîyên kesên ku ji bo welêt xizmet kirine û ew parastine, li ba dibe.