IDF: Enîya Berevanîyê Hat Bihêzkirin û 250 Endamên Hizbullahê Hatin Kuştin

Pevçûnên di navbera Îsarîl û Hizbullahê de li Başûrê Libnanê.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) êvarîya ragihand ku hêzên wan operasyonên xwe yên berî agirbestê bihêztir kirin û dibêje "di encam de, zêdetirî 250 terorîst hatin jinavbirin, zêdetirî 405 bingehên binesaziya terorîstan hatin hilweşandin, û zêdetirî 1000 çek û cebilxane li enîyên pêşî yên berevanîyê hatine dîtin û jinavbirin."

Di hesaba xwe ya X'ê de IDF dibêje "leşkerên me rêyên tunelên bin erdê li herêmê dîtine."

Hêzên Berevanîya Îsraîlê got, "Piştî agirbestê hêzên me li enîya parastin û berevanîyê çalakî û xebatên xwe bi 5 fîrqeyan li başûrê Libnanê didomîn in."

IDF, li hêla başûr ya enîya parastinê li başûrê Libnanê li bingehên çekdarên Hizbullahê digerin û got "Divê cihên binesaziya terorîstên Hizbullahê ji holê rakin û pêşî li gefên rasterast ên li ser civakên li bakurê Îsraîlê bigirin."

Bi şerê li dijî rejîma Îranê re pevçûn û girjîyên di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên Hizbullahê de zêde bûne, ew pevçûn bûne beşek ji danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de.