Hollande Dest ji Plana Standina Mafê Hemwelatîyê ji Terorîstan Berdide

Serokê Fransa Francois Hollande îro Çarşemê dîyar kir ku wî dest ji plana xwe ya guherina qanûna bingehîn berda ku mafê hemwelatîyê ji terorîstên ku li Fransa dayikbûyî bistîne.

Hollande pêşnîyara refoman piştî êrîşên terorîstî yên Mijdarê kiribû lê senato û parlemana Fransî nekarîbû li ser wê li hev bikira.

Hollande got, wî hewil dida ku welêt yekgirtî bike û li hember gefên terorîstî bersîvdaneke xurt bide.

Pêşnîyara Hollande rastî dijberîyeke xurt hat ku ew pêşnîyar dikare bi awayekî nê rêwa Misilmana bike armanc. Wezîrê Dadê yê Fransî jiber nerazîbûna xwe ya ser wê pêşnîyarê, dest ji karê xwe berdabû.

Di êrîşên meha Mijdarê de 130 kes hatibûn kuştin, pirtir jî 350 kesên din jî birîndar bûbûn.

Fransa ji hîngê heta niha hewil dide ku pîvanên ewlehîyê xurt bike ku êrîşên wiha dubare nebin.