Di 2'ê Gulana 2023'an de, Komeleya Nivîskarên Amerîkî (WGA) ku nûnertiya 11,500 senarîstên Amerîkî dike, dest bi greveke nerazîbûnê kir li ser kêşeyên kar yên demdirêj ligel Hevbendiya Hilberînerên Sînema û Televîzyonê (AMPTP).
Ev grev nêzîkî 100 rojan berdewam dike û bûye mijareke serekî di gotûbêjên Hollywoodê de.
Ev çalakî mezintirîn greva rawestandina berhmanîn û hilberîna televîzyon û fîlman li Amerîkayê ye ji pandemiya COVID-19 di 2020'an de, û her weha rawestana herî mezin ya kedê ye piştî ku WGA di 2007 û 2008'an de kiribû.
Ji 14'ê Tîrmeha 2023'an û vir ve, ev grev ket heman demê ligel greva SAG-AFTRA wekî beşek ji kêşeyên berfireh yên karkerên li Hollywood'ê.
Grev hat wek nerzaîbûn ji kiryarên studyên mezin yên berhemanîna fîlman bi şikandina girbestên xwe bi nivîskaran re di bin şert û mercên zor û dijwar de piştî 90 rojî ji peymanê, ku wê demê dikarin xwe ji dana bi milyonan dolaran biparêzin.
Di 18'ê Nîsana 2023'an de, 97.85% ji endamên Komeleya Nivîskarên Amerîkî (WGA) deng dan ku bikevin grevê ger ku ew negihêjinn peymanek baş bi Hevbendiya Hilberînerên Sînema û Televîzyonê (AMPTP) û studyoyên televîzyonê li Hollywood re, heya 1'ê Gulanê.
Dîmenek ji greva nivîskarên Hollywood.
Di roja Înê de 4'ê Tebaxê Komeleya Nivîskarên Amerîka (WGA) bi nûnerên studyoyên mezin re ji bo cara yekê di sê mehan de bicivin da ku giftûgoyan bikin gelo ew dikarin danûstandinên girêbestê berdewam bikin yan na.
Grev bandoreke zor û neyîn li bazara sînema û çêkirina filman kiriye û hin çavdêr gûman dikin ku ger ev kêşe çare nebe wê rewş kambaxtir bibe.
Li gor rojnameya Los Angeles Times, dibe ku Fox dema weşana Xelatên Emmy yên televîzyonê di meha Kanûna paşîn de ji ber vê greva protestoyî biguhere.
Herwiha jî kompaniya Warner Bros Discovery roja Pêncşemê hişyarî da berhêneran ku ev grev bandorê li weşana fîlman bike û dema wan dereng bixe.
Hin nivîskaran roja Pêncşemê serî li medyaya civakî dan da ku biryarderî û hevgirtina xwe bi wan re nîşan bidin.
Zêdebarî ku berhmînana mezin ji sînema û fîlman di Hollywoodê de jî, lê belê diyar dibe ku pirsgirêka kar û serdestkariyê hîn çareser nebûye.
Jêder :Reuters