Cîhan Bîranaîna 81'an a Holocaustê Vedijîne

Arşîv: Merasîma Holocausê l iÎsraîlê

Roja Navnetewî ya Bîranîna Holocaustê her sal di 27ê Çile de vejandin. Ev roj ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (UN) ve di sala 2005’an de hate pejirandin, ji ber ku di heman rojê de, di sala 1945’an de kampên Auschwitz-Birkenau ku girtîyên Cihû û qurbanîyên komkujîyên rejîma Nazî lê diman, ji alîyê hêzên Sovyetê ve hatin azadkirin.

Di dema Holocaustê de, rejîma Nazî ya Almanyayê di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bi taybet di navbera salên 1933-1945an de, bi awayek plankirî û sistêmatîk nêzîkî 6 milyon Cihu û bi giştî 11 milyon kes kuştin (di nav de Rom- Qereç, kesên astengbar, LGBTIQ+, opozisyon û dijberên siyasî û yên din) hebûn.

Armanca vê rojê ew e ku qurbanîyan bi bîr bînin, rastîyên dîrokê biparêzin, û mirovan hişyar bikin ku têkoşîna li dijî nijadperestî, nehezî, nefret û komkujîyan raweste.

Roja Navnetewî ya bîranîna Holocustê balê dikişîne ser girîngîya perwerdeyê, mafên mirovan û berpirsyarîya civakî, da ku ev cûre sûcên dijî mirovahîyê careke din çê nebin.

Li piranîya welatên Ewrupa û bi taybet li Îsraîl û Amerîkayê bi şêweyekî berfireh tê bîranîn û li bajarê Auschwitz ê Polonyayê çalakîyên taybet tên encamdan.

Ji bo ku ronîyê zêdetir bidin ser vê bûyera dîrokî, Dengê Amerîka têkilî bi birêz Şêrzad Mamsanî, Berpirsê Tora Hevpeymanîya Îsraîlî – Kurdistanî re danî.

Mamsanî wek kurdekî Cihû dibêje, “Ji bo min bîranîna Holocaustê. Komkujiyên Enfalan û Helebce tîne bîra min. Cenosîda li Şengalê tîne bîra min. Îro dîsan li rojava komkujîyek li ser kurdan tê meşandin, û rojhilatê kurdistanê jî komkujiyek bi bêdengî tê encamdan, ev jî birîna me ya Holocuastê nû dike.”

Mamsanî dide zanîn ku “raste 75-81 sal bi ser Holocuastê re derbas dibin, lê îro jî dîsan em dibînin ku miletên din ku ola wan cudaye, netewa wan cudaye, zimanê wan cudaye, komkujî li dijî wan tên encamdan, ev tê wê wateyê ku Nazîzim bidawî nebûye.“

Wî bal kişand ser êrîş û nehezîya ku îro grûpên weke rêxistina Daişê û herwiha Îran li dijî Cihû û kêmanîyên din yên olî û etnîkî li rojhilata navîn tên encamdan, wî got, “Çi Daiş yan Îran yan grûpên din yên bi navê Îslamê milletê kurd, milletê cihû û milletên din yên ku ne bi wan re ne, qetlîam dikin.”

Mamsanî ji bo bîranîna Holocaustê ku carek din Cenosîdên weha çênebin hêviyên xwe anîn ziman û got “Em tiştek naxwazin, tenê em dixwazin bi azadî û aramî bijîn, em weke cihû weke kurd li vê herêmê azadiya xwe dixwazîn ku Holocustek din çênebe.”

Li Roja Navnetewî ya Bîranîna 81'an ya Holocaustê, berpirsên fermî yên Îsarîlî, Amerîkî û Ewrupî peyamên taybet weşandin, herwiha sazîyên civaka Îsraîlê li seranserî cîhanê bi hevkarî ligel sazîyên navnetewî yên weke NY, Instîtû, balyozxane û sazîyên kulturî çalakîyên cûr bi cûr encam didin û daxwaza nehiştina nefret, şîdet, komkujî û antî-semîtîzmê dikin.