Teqekirinek li Tengava Hormuzê Diqewime

Ajansa Reuters li ser zarê sê jêderên ewlekarîya deryayî û keştîyan got ku bi kêmî ve du keştîyên bazirganî roja Şemîyê rastî gulebaranê hatin li dema ku hewl didan ku Tengava Hormuzê derbas bikin.

Asta ziyanê yan bandora gulebaranê li ser keştîyan hîn nehatiye ragihandin.

Rêxistina Operasyonên Deryayî ya Bazirganî ya Brîtanî got ku wan raport wergirtine ku nêzîkî 20 mîlên deryayî li bakurê rojhilatê Omanê keştîyên bilez ên Pasdrên Şoreşa Îslamî ya Îranê gule berdane tankereke petrolê, lê tanker û tîma wê di ewlehîyê de ne.

Li gor raportê, kaptanê tankerê got ku du keştîyên lezgîn ên Pasdarên Şoreşê gule berdane wan.

Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî di daxuyanîyekê de, ku li ser kanala wî ya Telegram hate weşandin, got ku hêzên deryayî yên Îranê amade ne ku "şikestineke dijwar a nû" bide dijminên xwe.