Îsmaîl Hiz dibêje ku kargeha wî ya tornayê jibo wî pir hêja û girîng e. Jibo Hiz kargeha wî beşek mezin ya jîyana wî ye. Her roj sere sibê heta derengîya êvarî li kargeha xwe dixebite û ew yek ji esnafên herî kevn yê li vê taxê ye.
Çîroka Hostayê Tornayê Xalê Îsmaîl
Your browser doesn’t support HTML5
Îsmaîl Hiz mirovekî ji zarokatîya xwe li ber deste bavê xwe fêrî karê tornayê bûye û ev 60 sal in ku li Stenbolê bênavber wî karê dike û wê xebatê di kargeha xwe ya piçûk de didomîne.