Hevpeymanîya bi pêşengîya Erebîstana Siûdî yê li Yemenê îro Duşemê ragihand ku hêzên wê mûşekên balîstîk yên ku ji hêla koma Hûsîyan ji başûrê Yemenê ve hatine avêtin, têk birine.
Hevpeymanîya bi pêşengîya Erebîstana Saudî piştgirîyê dide hikûmeta Yemenê, ya ku di asta navneteweyî de tê nas kirin.
Berdevkê hevpeymanîyê General Turkî El Malkî li ser X’ê dîyar kir ku berevanîya esmanî ya Saudî “gefên mûşekên balîstîk yên ku milîsên terorîst Hûsî ber bi herêma başûr ve hatine avêtin bêbandor kirîye."
Hûsîyan roja Duşemê, Rîyad bi êrîşkirina balafirgeha Sana tawanbar kiribû, ya ku di bin kontrola koma girêdayê Îranê de ye.
Wezareta berevanîyê ya Yemenê ragihandibû ku hêzên wan piştî ku Hûsîyan rê li ber daketina firînên Yemenê girtine û destûr dan ku firokeyekî Îrane "bi binpêkirina serwerîya axa Yemenê" dakeve, êrîşê balafirgeha Sanayê kirine.
Berdevîkê leşkerî yê Hûsîyan Yahya Serî'i êrîşên Siûdî wek "êrîşkarîyeke eşkere" bi nav kir û got ku komê serdema kêmkirina alozîyê bi dawî kiriye.
Serî got ku Erebistana Siûdî wê encamên wan êrîşan re rûbirû bimîne û êrîşên wê dê bêbersîv nemînin.
Hûsîyan di daxuyanîyeke herî dawî de jî ragihand ku hêzên komê bi jimarek mûşekên balîstîk û dronan" li Balafirgeha Navneteweyî ya Abha ya Erebistana Siûdî xistine.
Berdevkê leşkerî yê Hûsîyan Yahya Serî'i li ser X’ê hiûyarî da Rîyadê û got ku "tevahîya firokeyên ku ji qada esmanî ya Erebistana Siûdî bifirin divê hişyarîyên me bi ciddî bigirin".
Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Siûdî heya niha li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
Hûsiyên Yemenê j iaîlyê Pasdarên Îranê ve tên pitgirî kirin û bi mûşek û dronan êrişî Erebistana Siûdî, Îsraîl û herêmên din dike.