Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê got ku Îsraîlê bi kuştina 3 rojnamevanên Lubnanî bi awayekî eşkere tawana cengê kiriye.
HRW dîyar kir ku Îsraîlê meha borî li Lubnanê bi bombeyeke çêkirina Amerîka 3 rojnamevan kuştine û got ku ev kiryar bi awayekî eşkere sûcê şer e.
Êrîş 25’ê Cotmehê li Hasbaya ya li başûrê Lubnanê, ku piranîya wê Durzî ne, li avahîyekê li dar ketibû ku têde pirtir ji 10 rojnamevanan diman.
Artêşa Îsraîlê ser êrîşê got ku armanc çekdarên Hizbullahê bûye û dîyar kir ku ew ser êrîşê vekolînê dike.
HRW got ku êrîş dûrî qadên pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê ye û dîyar kir ku di êrîşa qestî de tawana cengê hatiye kirin.
Jêder: AFP