Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand ku tevî damezrandina desteyên nû ji bo lêpirsîn û muhasebekirinê li Sûrîyê, hikûmeta demkî ya wî welatî kêm zelalî nîşan daye hember rola karbidest û fermandarên bilind di tundûtûjîya mehên dawî de.
HRW îro Çarşemê di raporta xwe ya cîhanî de bo sala 2026'an got ku desthilatdarên Sûrîyê komisyonên hikûmî yên nû ava kirine ji bo dadwerîya veguhêz û kesên windayî li Sûrîyê. Lê tevî ku soza muhasebekirina tundûtûjî û kuştina li ser nasnameyê di Adar û Tîrmeha 2025'an de, hikûmeta Şamê kêm zelalî daye derbarê rola karbidest û fermandarên bilind di binpêkirinan de.
"Desthilatdarên nû yên Sûrîyê dadwerî û muhasebekirin kirine erkekî serekî, lê nabe ev hewl hilbijartî û yekalî bin," Adam Coogle, cîgirê rêvebirê Rojhilata Navîn li HRW got.
"Ji bo veguhestina Sûrîyê ber bi qonaxeke nû ya rêzgirtina mafan, divê desthilatên Sûrîyê bi berfireh hemû binpêkirinan li ber xwe bigirin, yên ku ji alîyê hemû alîyan ve pêk hatine, çi berî Berfanbara 2024'an çi jî piştî wê. Divê ew ne tenê tawanên takekesî lê berpirsyarîya damezraweyî jî bişopînin," Coogle da zanîn.
Rêxistina navnetewî got ku di Adara 2025'an de hikûmeta Sûrîyê hêz şandin Laziqîyê, Tertûs û Hemayê. Di Tîrmehê de hêz şandin Suweydayê. Di encamê de pêleke tundûtûjîya ser nasnameyê dijî Elewî û Durzîyan derket.