HRW: Sûrîye Derfet Heye ku 'Rûpelê Bizivrîne'

Wêneyek ji bazara Himêdîyê ya dîrokî li Şamê.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) roja Pêncşemê ragihand ku ketina rejîma serok Beşar Esed derfetek derxistîye hole ku Sûrîyê, "rûpela" zordarîya bi dehsalan bizivirîne û di warê mafên mirovan de bibe mînak.

Zêdetirî 50 salên serwerîya zordar ya malbata Esed li Sûrîyê, di 8’ê Berfanbarê de di encama êrîşeke 12 rojan ya serhildayan de bidawî bû.

"Jibo siberojeke baştir li Sûrîyê, pêwîst e ku zilma bi dehsalan ya hikûmeta berê û alîyên din yên şerker di şerê navxweyî yê 13 salî de were çareserkirin ... û divê parastina Sûrîyan bê cudahîya etnîkî û mezhebî û girêdanên wan yên siyasî were peydakirin," HRW di daxuyanîyekî de got.

HRW destnîşan kir ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) û rêxistinên serhilda yên din ku Esed têk birin û niha li Sûrîyê serwer in, "herwiha hember binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer berpirs in."

HTS berê şaxê Sûrîyê yê El-Qaîde de bû û ji aliyê gelek welatên Rojavayî ve wek rêxistineke terorîst tê pênasekirin.

Li welatên Rojava fikar hene ka wê rêberên nû li Şamê jibo kêmîneyên olî û etnîkî yên Sûrîyê sîyaseteke çawa bişopînin.

Serokwezîrê nû yê demkî Mihemed el-Beşîr roja Çarşemê hewl da ku van xembarîyan sivik bike. Wî got ku "emê mafên hemû gel û mezheban li Sûrîyê garantî bikin."

HRW bang li desthilatdarîya Sûrîyê kir ku vê "derfeta nedîtî bikar bîne da ku di warê mafên mirovan de bibe mînak."

"Ev demek krîtîk e jibo redkirina pêşandana hovdar ya berê," Lama Feqîh, berpirsa HRW Rojhilata Navîn, got.

Rêxistinê herwiha got ku divê Amerîka, Yekîtîya Ewrupa û welatên din demûdest hin toleyên ku dijî rejîma hatibûn ragihandin betal bikin, jiber ku li ser operasyonên mirovî li Sûrîyê bandoreke neyînî dikin.

HRW hevdem got ku welatên penaberên Sûrî dihewîne "divê lezê nekin ku Sûrîyan dersînor bikin."

"Dersînorkirina bi darê zorê ya penaberan yan zexta li ser wan jibo vegerê di vê qonaxê de wê egera xirabtirkirina krîza mirovî çê bike," HRW dîyar kir.

Di Şerê navxweyî yê Sûrîyê de , ku di 2011'an de destpê kir, piştî ku hikûmeta Esed bi awayekî hovane xwepêşandanên demokrasîxwaz tepeser kir; 500 hezar kes hatin kuştin û nîvê welat koçber bûn.

Jêder: HRW, AFP