HRW Derheqa Giwaştinên Ser Opozîsyona Kurdî li Tirkîyê Raporteke Nû Diweşîne

Piştevanên HDPê zindankirina hevserokê wê partîyê, Selahattîn Demîrtaş protesto dikin

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê raportek weşand û tê de bi firehî qala giwaştin û zextên ser opozîsyona Kurdî li Tirkîyê dike.

HRW dide zanîn ku hikûmeta Tirkîyê 13 parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya ser bi Kurdan xistine zindanê û dest danaye ser 82 bajarvanîyên ku bi dengên gel hatine hilbijartin.

“Giwaştin û eciqandina karbidestên ku bi rêkên demokratîkî hatine hilbijartin, ne tenê zêdegavê li ser mafên wan yên rêxistinbûna sîyasî, beşdarbûn û azadîya ramanê dike, herwiha rê li ber mafên kesên ku deng dane wan karbidestan jî binpê dike,” raport dibêje.

Çavdêrîya Mafên Mirovan dide zanîn ku kiryarên dijî HDP û xwîşka wê, Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) di vê demê de tê ku referanduma guhertina qanûna bingehîn di 16’ê Nîsanê de pêk tê û eger were pejirandin, hîngê sîstema parlamenterî ya Tirkîyê dizivire sîstema seroktî ku hemî desthilatê di wî de dicivîne.

“Ji demokrasîya Tirkîyê re zarareke mezin e ku hikûmet rêber û parlamenterên partîya rikeber ku di hilbijartinja dawî de 5 mîlyon deng wergirtine, davêje zindanan,” Dîrektorê HRW yê Ewrupa û Asya Navîn, Hugh Williamson dibêje.

HRW bi bîr tîne ku hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 11 parlamenterên wê rûbirûyê cezayên girêdayî îdayên tawanên terorîzmê ne û parlamenterîya Yuksekdag jî meha çûyî, ji ber dozeke pêştir ji wê hatiye standin.

Hun dikarin tevahîya raporta HRW bi lînkên jêrîn bixwînin:

https://www.hrw.org/news/2017/03/20/turkey-crackdown-kurdish-opposition

https://www.hrw.org/tr/news/2017/03/20/301344