HRW: Li Misirê di Hefteyeke de 2000 Jin û Zarok Hatine Desteser Kirin

Xwepêşandarên dijî hikûmetê (Qahîre, Îlon 21, 2019)

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku li Misirê di hefteyeke de nêzî 2000 zarok û jin hatine desteser kirin.

HRW dîyar kir ku bo rê li ber xwepêşandanan were girtin hin malperên înternetê hatine qedexe kirin.

Serdozgerîya Qahîre ragihand ku protestoyên dijî hikûmetê hatine qedexe kirin û da zanîn ku di navbera 20-21’ê Îlonê de nêzî 1000 kes hatine desteser kirin.

Li Qada Tahrîrê jî tedbîrên ewlekarîyê hatin berfireh kirin û rêyên ku diçin wê qadê hatin girtin.

Qada Tahrîrê di protestoyên dijî Husnu Mubarek de bûbû navendeke sembolîk.