HRW: Nabe YE Yunanistanê Wek Embara Penaxwazan Kar Bîne

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch/HRW) îro Înê dibêje, çareserîya krîza penaberan li Ewrupa ne ew e ku Yunanistan wek embar/depoxane bê xebitandin.

Human Rights Watch herwiha hişyarî da ku vegerandina penaxwazan ji Tirkîyê re wê bibe biryareke çewt.

Pispora Çavdêrîya Mafên Mirovan ya ser Yunanistanê, Eva Cosse got, "Yunanistan bi têra xwe berpirsîyên ser erdê radike ser milên xwe, lê vegerandina wî welatî wek embareke penaxwazan kêşeya heyî çareser nake.”

Yekîtîya Ewrupa vê heftê ji Yunanistanê re gotibû ku îhtîmal ew li dervayê herêma Schengen ya bê pasaprt bê histin, eger Atîna tixubên xwe hember penaxwazan baştir neperêze.

Hember van gotinan, Atîna dide zanîn ku di nav du mehên dawî de rewşa tixubên wê baştir bûye, piştî ku karmendên Yekîtîya Ewrupî alavên tomarkirina penaxwazan ligel xwe anîn.