Cîgirê Sekreterê Yekîtî Salih: Divê PYD Rê Bide Hemî Partîyan

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Cîgirê Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurd (Yekîtî) Hesen Salih li ser rewşa bajarê Amûdê agahîyan dide.

Birêz Salih dibêje, rewşa bajarên Kurd niha aramtir. "Piranîya kesên girtî hatine berdan, lê 10 hevalên me hîn di destê Asayîşê de ne. Divê ew jî demûdest werin azad kirin."

Salih dibêje, divê PYD wek partîyên Sosyalîst yên berê zordarî li ser gel neke û rê bide hemî partîyên din ku ew jî xîzmeta gelê xwe bikin.

Cîgirê Sekreterê Yekîtî Salih raporta rojnameya Rudaw derew derdixe ku rejîma Baas ligel partîyên Kurd kom bûye."Min jî ew raport bihîst, lê nizanim kî li ku derê bi Baasîyan re rûniştîye. Em wek Yekîtî qebûl nakin ku bi sîstemeke wiha zordar re rûnin."

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Hesen_Salih_7_12_RR