Hêzên Rûsyayê li Sûriyê Dibin Armanca Balafirek Bê Firokevan

Dironekê xaleka hêzên Rûsyayê li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê bombebaran kir û 3 endamên hêzên Rûsyayê û 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar kir.

Balafireke bê pilot a bi çek xaleka hêzên Rûsyayê li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê bombebaran kir û 3 endamên hêzên Rûsyayê û 3 leşkerên hikûmeta Sûriyê birîndar kir. Birîndar hatin veguhestin jibo navenda tenduristiyê ya navçeyê.

Balafireke bê pîlot a bi çek careke din navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir ku deanê sibehê jî heman rê hat armanckirin. Xala kordîneyê ya hêzên Rûsyayê a 1 km li başûrê navçeyê li ser rêya Hesekê kir armanac.

Hêjaye gotinê ye ajansên xwecihî yên nêzîk HSDê ragihand ku vê sibehê jî balafirekê heman navçe bombebaran kir û ziyanê madî çêbûn.

Hêjaye bibîrxistinê ku li navçeya Dirbêsîyê 50 km dikeve rojhilatê Serêkanîyê û piştî lihevkirinek navbera HSD û Rûsîyayê, HSD ji navçeyê vekişîya û hêzin rêjîma Sûrîyê û polîsên leşkerî yên Rûsî li wir bicihbûne.

Ev cara yekê ye ku hêzên Rûsî li navçeyê tên armanckirin. Gûman heye ku ew balafir ya artêşa Turkîyê be, lê heya dema amadekirina vê raporê ew peyam nehat piştraskirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO Report Syria