HSD: Hêzên Hikûmeta Sûrîyê Endamên Me yên Girtî Serjêkirine

Peyvdarê Hêzên Sûrîya Demokratîk Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê platforma X’ê girteyeke vîdyoyî belav kir, dibêje ew serjêkirina hin endamên girî yên hêzên wan in.

Şamî got,” ev girteyên diltezîn in ku nîşan didin çawa hêzên hikûmeta Sûrîyê bi şêweyê Daişê girtîyên hêzên me serjê dikin û wan bi vîdyo tomar dikin.”

HSD'ê jî, di platforma xwe ya X'ê de dîmenên vîdyoya serjêkitrna endamên xwe weşandî ye.

Hikûmeta demkî ya Sûrîyê ta niha bersiva van tawanbarîyan nedaye û Dengê Amerîka nikaribû bi awayekî serbixwe rastîya wan girteyên vîdyoyî piştrast bike.