HSD Êrîşa Kîmyayî ya li Xan Şêxûn Şermezar Dike

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşeke kîmyayî ya gumankirî de, ku bawerî heye ji alîyê firokên hikûmeta Sûrî hate kirin, bi kêmî ve 58 kes li Îdlibê hatine kuştin.

SOHR ragihand ku 11 ji qurbanîyên êrîşê, zarokên ji 8 salî biçktir in.

Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Telal Silo êrîşa kîmyayî li Xan Şêxûn şermezar kir.

"Me nûçeya komkujî bi xemgînî bîhîst. Em wek HSD êrîşê şermezar dikin. Ev êrîş tawanek li dijî mirovahî ye û dive sûcdar werin dadgeh kirin.”

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_4_4_2017