Pevçûnên Navbera Komên Çekdar yên li Efrînê Jinûve Destpê Kirin

Endamên HTS li Cîndiresê Cotmeh 12, 2022

Ajansa nûçeyan Reuters ragihand ku di navbera komên çekdar yên dijber yên Sûrî de, îro Duşemê careke din li Efrînê pevçûn destpê kirine.

Reutersê ev agahî ji zarê rûniştvanên heremê û jêderên cûda yên opozîsyonê ragihand.

Di navbera koma cîhadî ya serekî, Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û çekdarên bi navê Artêşa Netewî ya Sûrîyê yên girêdayê Tirkîyê de, piştî şer û pevçûnên kujer yên 5 rojan, do Yekşemê peymaneke agirtbestê hatobû ragihandin.

Çavderên xwecîhî dibêjin ku HTŞ çekdarên Artêşa Netewî ya Sûrîyê yên girêdayî Tirkîyê mecbûr kirine ku peymana agirtbestê qebûl bike.

Her du alî jî hevdu bi binpekirina peymana bi navbeynkarîya Tirkîyê tawanbar dikin ku biryar dabû çêkdarên xwe ji Efrînê û bajarên din vekişînin û rê li ber rêvebirîyeke sivîl ya yekgirtî vekin.

Çavkanîyên xwecîhî ragihand ku îro li derdora gundê Kefercenê ya Efrînê di navbera HTŞ û Artêşa Netewî ya Sûrîyê de şer û pevçûnên giran diqewimin û her du alî jî hêzên zêdetir şandine qada şer.

Rûniştvanên xwecîhî ditirsin ku koma tundrê ya cîhadî HTŞ hewil dide bajarê sînorî yê stratejîk yê Ezazê bigire, ku navenda hikûmeta Artêşa Netewî ya Sûrîyê ya bi piştgirîya Tirkîyê ye.

Hêjayî balkişandinê ye ku HTS ji alîyê Amerîka, Tirkîyê û welatên din ve wek rexistina terorîst tê dîtin.

Fermandarekî komeke serhildayan ji Reutersê ser got ku HTŞ nêzî derîyê sînorî yê serekî yê Bab el Selamah ya bi Tirkîyê re bûye.

Şerê navxweyî opozîsyona Sûrî lawaz kiriye ku ji destpêka serhildana vir ve dijî Serokê Sûrî Beşar Esad şer dikin.

Çavkanîyên îstixbaratî yên Rojavayî û hin komên opozîsyonê dibêjin ku HTŞ demeke dirêj e dixwaze li heremên li bakurê Sûrîyê yên derveyî navenda wê bajarê Îdlibê, hebûna xwe ya aborî û ewlekarî berfirehtir bike.

Ew dibêjin ku rêberê HTŞ’ê Mihemed el Golanî dixwaze rêvebirîya ku niha li herema Îdlibê xizmetên giştî rêve dibe, li heremên din berfireh bike ku wêneya koma xwe baştir bike.

Jêderekî payebilind yê HTŞ ji Reutersê re got ku projeyeke revebirîyê ya rexistinê heye.

"Em ser projeyekê dixebitin ku xizmeta her kesî bike û armancên şoreşê bi cîh bîne ku herêmên rizgarkirî di bin artêşekê û rêvebirîyeke hevbeş de yek bike ku her kes tê de cîh bigire.

Hejayî gotinê ye ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî roja Şemîyê helwesta xwe ya di derbarê rûdanên li Efrînê eşkere kir û gundewarê Helebê helwesta xwe eşkere kiribû û gotibû ku rûdanên nû yên heremê bi erêkirina Tirkîyê pêk tên.

HSD’ê ragihand ku ev gav di bin çavdêrîya îstixbarata Tirkîyê de diqewime û jibo wê di navbera HTŞ’ê yan komên din yên çekdar ti ferq tuneye.

HSD’ê gotibû ku ew hîn jî Efrînê û cîhên wek herêmên dagirkirî dibîne ku li benda rizgarkirinê ne.