Hukmê Sêdaredanê Dijî Hêrişberê Mumbay Hat Ragehandin

Dadgeheka Hindstanê hukmê îdamê dijî welatiyekê Pakistanî da ji ber role wî li hêrişên teroristî yên sala 2008 li Mumbay. Dadwer M.L. Tahaliyanî roja Pêncşembî hukmê îdamê dijî Mehemed Ecmel Qesab da.

Li nêvbera hêrişberên Mumbay bitinê Qesab hat desteser kirin. Li hêrişên teroristiyên sê-rojî 166 kes hatin kuştin.

Hukmê îdamê çar caran li dijî Qesab hat ragehandin, ji wan bo tawana kuştinê û ragehandina şerî li dijî Hindstanê. Roja Duşembî 86 tawanên dijî Qesab hatin piştrast kirin.

Hukmê îdamê, ku li Hindustanê bi sêdaredanê dihêt cê bi cê kirin, pêdiviye ji layê dadgeha bilind ve bihêt pejirandin.