Hunermendê Wênegir Suer: Kamera Bû Zimanê Min

Çalakiyên çandî û hunerî di nav Kurdan jiber rewşa siyasî, civakî û aborî ne pir hesan e. Lê hin hunermend û ronkabîrên Kurdan karîbûn zora van astengiyan bibin û rêka xwe di nav jiyana hunerê de vekin.

Mêvanê vê xelekê ji bernama Deng û Reng, wênegir û rojnamevan Mehmet Masum Suer e.

Ew di sala 1957’an de li gundê Ewîna ya bi ser Mêrdînê ve ye hatiye dinê.

Suer perwerdeya xwe ya seretayî li ehsert û Qoserê qedandiye. Xwendina xwe ya lîsê jî li Qeyserî û Erziromê qedandiye. Wî li Zanîngeha Eskişehirê beşa wêjeyê bi dawî kiriye.

Di sala 1974'an de, bi nivîsên xwe yên ku di kovara bi navê Başkent, ku li Enqereyê dihat weşandin, dest bi karê xwe ya rojnamevaniyê kir.

Piştî guherîna rewşa siyasî li Tirkiyê di sala 1993'an de, wî dev ji nûçegîhanî berda.

Di sala 1996'an de bo cara yekem malperek internêtê bi navê Heskîfê damezrandiye.

Süer, di salên dawî de li ser dîrok û çandê lêkolînan dike û wekî belge bi awayekî profesyonel wêneyan dikêşîne. Wêneyên wî di kovar û rojnameyan de tên weşandin.

Süer ji kovara wêneyê ya navneteweyî ya bi navê Light and Compositionê sê xelat wergirtin.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Mehmet Masum Sûer -5-20-2019-LA

Ji berhemên wênegir Mehmet Masum Sûer