Hayhat Abbas: Huner Derbirînên Veşartî Yên Mirov Dertîne

Hayhat Abbas

Hayhat Abbas, mamosta bîrkariyê û hunermenda şêwekar ji eyaleta Arîzona ye. ji sala 1990 li Amerîka dijî. Bi xwe ji gundê Nesran e yê bi ser Qamşlo ve ye, li zanîngeha Dîmeşqê beşê endazyariya elektiîkê xwend ku ew dema yekem jina kurd bû vî beşî dixwîne.

Hayhat di nav malbatek kurdperwer û zana de mezin bû ku rê li ber wê vekirin ji bo xwendin û jiyanê.

Li Eylata Arîzona , Hayhat serpereştiya komlgeha kurdan kir, di heman demê de jî beşdarî tomarkirina vîdyonên fêrkirina zimanê kurdî bû ji bo zanîngehên Amerîkî.

Ji ber kar û xebatên Hayhat ew di nav bera Almaniya û Amerîka de dijî.

Di çend salên dawî de, Hayhat berê xwe da şêwekariyê û guhdan pê kir, û dest bi berhemînana tabloyan kir.

Ew dibêje : "Huner ji bo min, şêwazek asan û xweş e ji aliyê derûnî û ya din jî bo diyarkirina derbirîniyên taybet di derbarî jiyan û mirovan de."

Wê huner nexwendiye lê bi rêka YouTube û lêpirsîna taybet ew fêrî teknîk û şêwazên hunerî bûye.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng-Heyhat Abbas- Mon-08-22-2022-LA.wav

Berhemên şêwekar Hayhat Abbas