Şêwekar Serhad Bapîr: Huner Bû Zimanê Surgûniya Min

Dema ku mirov bi darê zorê ji welatê xwe derdikeve, êdî bi xeyal û giyanê xwe pêwendiyên xwe bi welatê re ava dike û jiyaneke avsaneyî ji xwe re durist dike.

Huner bi xwe jî bi zimanekî seyr û ciwan van pêwendiyan nîgar dike, wisa ev pêwendî di keval û berhemên hunermendê şêwekar Serhad Bapîr de diyar dibin.

Serhad Bapîr di sala 1964'an de li bajarê Tetwanê ji dayik bûye.

Ji xwendina dibistana navîn, Sehad beşdarê xebata siyasî ya Kurdên Bakûr bû û ji ber wê di sala 1983'yan de, êdî dihar xwestin ji aliyê hikûmeta tirkî ve.

Di sala 1984'an de, wek penaxwazekî siyasî, derbasê Yonanîstanê bû.

Ji sala 1987'an heta 1992'yan beşa Wêne û Hunerên Pratîk a Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Arîstotelîs ya li Thessalonîkî xwend.

Di navbera salên 2001 û 2007'an de, dı Beşa Grafikê ya heman zanîngehê de, li atoliya Prof. Ksenefon Sahînîs de xwend.

Ji sala 1995'an heta 1997'an li Navenda Çandî ya Stavrupolîs a Thessalonîkî wek mamostê resim xebitî.

Ji sala 1997'an û vir va di dibistana navîn de kar dike.

Ji sala 1993'an vir va endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yonanistanê (K.H.N.B.Y.). ji sala 1994'an pê va jî endamê Yekîtiya Hunerên Nîgarî ya Yonanistanê (Y.H.N.Y.) ye û jı sala 2005'an pêva endamê Yekîtiya Grafîkçêkerên Yewnan (Y.G.Y.) e.

Ji sala 1985'an vir va li Thessalonîkî dijî.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Serhad Bapîr- Beşê 1- 4-15-2019-LA.wav

Your browser doesn’t support HTML5

Deng û Reng- Serhad Bapîr- Besê 2- 4-15-2019-LA.wav

Berhemên Hunermendê Şêwekar Serhad Bapîr