Pêşangeha Hêvî û Aştî ya Şêwekar Ehmed Qilêç û Agada Oosyerbaan li Honeda Vebû

Li Galeriya Art Shock a bajarê Rijswijk li Holanda, Pêşangeha hevbeş ya hunermendê Kurd Ehmed Qilêç û hunermenda Holandî Agada Oosterbaan bi navê “Hêvî û Aştî” di roja Şemî 20ê Çile de vebû ku wê berdewam bike heta 8ê Sibatê sala 2024an.

Herdu hunermend jî ji mijara hêvî û aştiyê îlham wergirtine .

Xebata Agada şikestina aştiyê û hêza hêviyê radixe ber çavan.

Lê tabloyên Ehmed Qilêç çîroka mirovên asayî û dilgiraniyên wan ên di lêgerîna evîn û hêviyê de vedibêjin.

Huneremend Ehmed Qilêç, di sala 1964an de li gundê Mareta ji Efrînê ji dayik bûye.

Ew xwedanê şêwazeke taybet e di hunera xwe de, ku mirov û kêşe, azar û derdê rojana kiriye naveroka berhemên xwe û bi taybetî jî piştî şerê Sûriyê wî bandora şer û cengê di hunera xwe de anî pêş.

Ji Efrînê, Helebê , Beyrut, ta Holenda Ehmed şêwaza xwe ya rengîn berdewam dike.

Ehemd dibêje: ev pêşangeh tiştekî nû tîne ber çavan, pirsa hêvî û hezkirinê.

Your browser doesn’t support HTML5

Ehmed Qilêç .mp3