Li Macaristanê Rêjaya Pêketinên Rojane ya COVID-19 Giheşt Asta Herî Bilind

Dîmenek ji kolanên Macarîstanê

Hikûmeta Macarîstanê îro Duşemê 576 bûyerên nû yên vîrusa korona ragihand, ku ev ji destpêka pandemîya vir ve hejmara rojane ya herî bilind ya welêt e.

Bi hejmera îro Duşemê, li Hungarya ji destpêka pandemiyê vir ve, hejmara gîştî ya bûyerên COVID -19, tevî 8.963 mirinan, giheşt 8,963 pêketîyan.

Macaristan di 1’ê Îlonê de jiber vîrusa korona sînorên xwe ji mirovên bîyanî re girt, lê ji hingê ve bo hemwelatiyên ji Komara Çek, Polonya û Slovakya, û herwiha bo bûyerên çandî û sporê destûr da.

Hungarya plan dike ku di 24'ê Îlonê de maldarîya maça navbera Bayern Munchen û Sevilla ya li stadyuma Puskas ya li paytext Budapeşt bike. Ev maça fînala Kûpaya Super ya UEFA'yê ye.

Hefta borî li seranserê Macarîstan dibistan jinûve hatin vekirin û pîvanên tedbîran yên têkildarî pandemîyê yên bo sîstema perwerdehîyê, wekî karantîna an fêrbûna dîjîtal ya ku li gor her yek bûyerê tê nirxandin, ragihand.