Wezareta Derve ya Amerîka, di 29ê Gulanê de bi şêweke fermî û bi amadebûna Wezîrê Derve Mike Pompeo raporta salane ya Azadiya Olan li Cîhanê ragihand.
Pompeo da zanîn ku Amerîka di warê rêzgirtin û girîngîdana azadiya olan serbilind e.
Di raportê de rexne gelek welatan li cîhanê yên wek, Çîn, Koreya Bakur, Îran, Erebistana Saudî û yên din hatiye kirin.
Raport herwiha rexneyan li rewşa azadiya olî ya li Îraqê û Herêma Kurdistanê dike. Di raportê de hatiye gotin ku destûra bingehîn ya Îraqê, rê dide hin olan, lê hin olên din qebûl nake, ev jî binpêkirina mafê û azadiya olan e.
Raport dîsa dibêje ku li Herêma Kurdistanê hêzên asayîşa navxweyî û pêşmerge kesên Êzîdî û Krîstiyan dêşînin û wan nerehet dikin.
Derbarê vê mijarê, Dr. Ebdulhemî Bavî, endamê berê yê parlemena Îraqê û mamosteyê zanîngehê û Dr. Memo Osman, kesayetiyê Êzîdî yê naskirî û mamosteyê zanîngehê bûn mêvanê Hello Washington û ew mijar nirxandin.
Your browser doesn’t support HTML5
Hello Washington 01_06_2018
n.