Îbrahîm Mislim: Êdî Cîhan Kurdên Rojava Baş Nas Dike

Nûnerê PYD’ê yê li Yunanistanê Îbrahîm Mislim, ku jibo tevlêbûna civîna Sosyalîst Enternasyonal hatibû Amerîka, serdana Dengê Amerîka kir û bû mevanê bernameyên me yên radyo û TV.

Mislim ragihand ku piştî dawîhatina civîna Sosyalîst Enternasyonal li bajarê New York, ew hatiye Washingtonê ku çend hevdîtinan bike.

Mislim di bi berdewamî got ku piştî berxwedana Kobanê, êdî bîragiştî ya cîhanê Kurdan baş nas dike û wî di civîna dawî de jî piştgirî û hevgirtina şandeyên curbicur dîtiye.

Mislim bal kişand ku wek PYD û Kurdên Rojava, ew dixwazin peywendîyên xwe yên bi Amerîka re xurttir bikin.

Kerem kin hevpeyvêna me ya ligel Îbrahîm Mislim temaşe bikin:

Your browser doesn’t support HTML5

Nûnerê PYD'ê Îbrahim Mislim: Êdî Cîhan Kurdên Rojava Baş Nas Dike