IAEA Metirsîya Êrîşa Dronê Li Navenda Enbarkirina Madeya Navokî ya Çornobîlê Dişopîne

UKRAINE-CRISIS/NUCLEAR

Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Navokî (IAEA) ragihand ku ew ji alîyê Ukraynayê ve hatine agahdarkirin ku îro serê sibê êrîşeke dronî li navenda depokirina sotemenîya navokî a bikarhatî, li herêma qedexekirî ya derdora navenda Çornobîlê (Chornobyl) hate kirin.

IAEA'ê di hesaba xwe ya X'ê de got "Li gorî agahdarîyan, êrîşê zirarek mezin li avahîyê kiriye. Rûyê derve yê avahîyê, pencer û derîyan zirar dîtine, her wiha pêla teqînê bandor li çend avahîyên nêzîk jî kiriye."

Ukrayna diyar kir ku astên 'tîşkên radyasyonê' li navendê hîn jî di nav sînorên jêr kontrolê de ne û tu zêdebûnek metirsîdar hêjî nehatiye tomarkirin.

IAEA got "Tîmê IAEA’yê ku li cihê Çornobîlê amade ye, di demeke nêzîk de dê serdana navendê bike da ku bandora êrîşê ji nêz ve binirxîne û raporek teknîkî amade bike."

Rêvebirê Giştî yê IAEA’yê, Rafael Mariano Grossi, got ku ev bûyer “bêzarîyek mezin çê dike” ji ber ku li wê navendê hejmareke mezin a madeyên navokî hatine komkirin û ev made tenê çend metreyan dûrî avahîya ku hatiye armanckirin.

Grossi her wiha bal kişand ser metirsîya heyî û got "her cûre êrîş li ser cihên navokî bi tevahî nayê qebûlkirin," û got, ev kiryar li dijî binemayên sereke yên ewlehîya navokîye, bi taybetî li dijî “7 binemayên Bingehîn” yên ewlehî û parastina navokî di demên şer û pevçûnan de.

Navenda IAEA got ku rewşa li Çornobîlê bi baldarî tê şopandin û dê her agahdarîya nû di derbarê bûyerê de bi civaka navneteweyî re parve bike.