Welatên Rojavayî û IAEA, Derabrê Çekê Navokî yê Îranê NY Hişayr Dike

Navenda Giştî ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî, ya Neteweyên Yekbûyî, Vîyana.

Desteya Rêvebir ya saziya çavdêrîya navokî ya Neteweyên Yekbûyî îro Çarşemê jiber binpêkirina pabendbûnên hevkarîyê di lêpirsîneke demdirêj ya li ser çekên navokî de, bi biryarekî ji Civata Ewlekarîyê ya NY re, gilîyê Îranê kir ku ev di 20 salan de cara yekê ye.

Li gor ragihandina dîplomatan desteya rêvebir ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî, IAEA ya ji 35 welatan pêk tê îro li Vîyana kom bû û di dengdaneke girtî de biryara gilîkirina Îranê wergirt.

Hat ragihandin ku 23 welatan dengê erê, 8 welat bêalî man, 3 welatan -Rûsya, Çîn û Nîjer- jî dijî biryarê deng dan.

Biryar ji alîyê Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya ve hatibû pêşkeş kirin.

Ev gava îro, li dû biryara IAEA ya Hezîrana 2025’an tê. Di wê biryarê de IAEA dîyar kir ku Îran berpirsyariyên xwe yên navokî bi cîh neanîye û nikaribûye şopên uranyumê yên li cihên neragihandî hatibûn dîtin, rave bike.

Lê, jibo ku ev binpêkirin bi awayekî fermî ji Civata Ewlehîyê ya NY re were ragihandin, biryareke cuda pêwîst bû.

Li gor şîrovekaran, nayê çaverê kirin ku Civata Ewlehîyê dijî Îranê gaveke berbiçav biavêje, jiber ku Rûsya û Çîn, ku her du jî hevbendên Tehranê ne-, endamên mayînde yên Civatê ne û xwedî mafê vetoyê ne.

Îranê jî di destpêka vê hefteyê de hişyarî dabû ku ger biryar were pejirandin, wê bersîvekî bide, tevî ki şêwaza ‘bersîvê’ destnîşan nekiribû.