Desteya rêveberên IAEA'ê roja Çarşemê biryarnameyeke ku ji alîyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, derxist û daxwaz ji Îranê kir ku agahîyên li ser uranyuma xwe ya dewlemendkirî eşkere bike û rê bide lêgerînên çavdêrên ajansê.
Diplomatan di civîneke girtî de got ku biryarname bi 21 dengan li dijî 3 û 10 dengan bêalî bi piştgiriya Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û Almanyayê hate pejirandin.
Diplomatan got ku Rûsya, Çîn û Nîjer li dijî biryarnameyê deng dan. Wan got ku ji Venezuelayê re destûra dengdanê nebû.
Di biryarnameyê de tê gotin ku divê Îran "agahîyên bêkêmasî li ser qebareya materyalên xwe yên navokî" bide ajansê û rê bide çavdêrên IAEA'ê da ku agahîyan "bêyî derengmayînê" piştrast bikin.
Ev biryar dikare danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de ji bo gihîştina rêkeftineke aştîyê aloz bike. Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran bang li Îranê kiriye ku dev ji dewlemendkirina uranyumê berde û wê veguhezîne Amerîkayê.
Îran jî pir carî gotîye ku ew ê dev ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyumê bernede.