Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî Tîma Taybet ya Îranê Ava Kir

Ala Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA)

Li gorî belgeyekê ku ligel ajansa “Associated Press” hate parve kirin, Ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî tîmeke taybet ya li ser Îranê damezrandîye ku ji pisporên çekên navokî, şîkerên îstîxbaratî û şarezeyên din pêk tê.

Tê ragihandin, ew tîm hate damezrandin ku balê bide ser pêşbînîkirina îdîayên ku Tehran bi dizî çekên atomî ava dike.

Ragihandina Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) dibêje, ev tîma bijarte karê xwe 10’ê meha Tebaxê destpê kir.

Di daxuyanîya ku roja Çarşemê de hate weşandin de, ajansa navnetewî dibêje, ew tîm dê girîngî bide ser cîhanîna rêkeftinên Ajansa Enerjî ya Atomî ligel Îranê ku rê dide wê xebatên Tehranê yên navokî bişopîne.

Welatên Rojava û Îsraîl dibêjin Îran hewil dide çekên navokî ava bike, lê Tehran van îdîayan red dike û dibêje programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.