Wall Street Journal: Derbasbûna Demê li Dijî Îranê ye

Piştî derbasbûna şeş mehan li ser destpêkirina pevçûnan li Tengava Hormuzê, rojnameya Wall Street Journal dibêje ku derbasbûna demê li dijî hikumeta Îranê ye û şiyana Tehranê ya bikaranîna tengavê wekî amûrek givaştinê bi berdewamî lawaz dibe.

Li gor raportê, bi girtina Tengava Hormuzê, ku di dema asayî de nêzîkî 1/5 ji petrola cîhanê tê de desrbas dibe, Îran hêvî dikir ku qeyraneke mezin a aborî peyda bike û Washingtonê neçar bike ku bi mercên Tehranê razî bibe.

Lê Wall Street Journal dibêje ku hewla Îranê serkeftî nebûye, tevî bilindbûna buhayên petrolê ku li jêr 100 dolarî ji bo bermîlekê ye. Lê welatên Kendavî bi piştgirîya Amerîkayê karîne beşekî girîng ji petrola xwe hinardeyî bazarên cîhanê bikin.

Di heman demê de, dorpêça deryayî ya Amerîkayê bandor li hinardekirina petrola Îranê kiriye ku yek ji çavkanîyên sereke yên dahata Tehranê ye.

Rojnameyê ragihand ku di 28 rojên borî de, bi navincî zêdetirî pênc milyon bermîl petrol, ku ne petrola Îranê bû, bi rêya Tengava Hormuzê hatiye hinardekirin.

Di heman heyamê de, rojane nêzîkî 2.5 milyon bermîl petrol ji benderên Kendava Omanê, di nav de bendera Fuceyra ya Îmaratê, hatine hinardekirin.

Li gor Wall Street Journal, bandora bikaranîna Tengava Hormuzê ji alîyê rejîma Îranê ve wekî amûreke givaştinê li ser Amerîka û aborîya cîhanê dê bi demê re qels bibe.