Wezareta Derve ya Amerîkayê roja Duşemê ragihand ku wan dest bi helmeteke berfireh kiriye ku armanca wê kêmkirin û rawestandina bandora Dadgeha Cezayêan ya Navnetewî (ICC) li ser serwerîya Amerîkayê ye.
Wezîrê Derve Marco Rubio got ku ev helmete bi beşdarbûna gelek dezgehên hikûmetê dê were meşandin û armanca wê ew e ku ICC nikaribe li dijî leşkeran an karmendên fermî yên Amerîkayê çalakîyan encam bide û wan dadgeh bike.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Derve, Washington di wê bawerê de ye ku ICC bi îdîaya xwe ya dadgehkirin û girtina leşker û fermandarên Amerîkî, metirsiyek ji bo serwerîya Amerîkayê çêdike.
Daxuyanî diyar dike ku Amerîka ne beşdarê Peymana Romayê ye û hemû serokên Amerîkayê ji dema pejirandina wê peymanê ve desthilatdarîya ICC li ser welatîyên Amerîkî qebûl nekirine.
Di çarçoveya helmetê de, gelek gav tên nirxandin; di nav wan de bangên dîplomatîk ji bo welatan ku ji ICC derkevin, zêdekirina zexta li ser welatên ku desthilatdarîya ICC qebûl dikin, gazîkirina welatên nebeşdarê Peymana Romayê ku bi Washington re hevkarî bikin, betalkirina vîze û qedexekirina geşt û seferên ji bo karmendên ICC, herwiha zêdekirina cezayan li dijî ICC û sazîyên girêdayî wê hene.
Daxuyanîya Wezareta derve ya Amerîkayî dibêje, hemû bijardeyên dîplomatîk dê li ser maseyê bin da ku ICC nikaribe bibe gef li ser serwerîya Amerîkayê an jî berjewendîyên wê.