Xwepêşander Dixwazin ku Îraq Bibe Endama Dadgeha Tawanan ya Navnetewî

Îro li Hewlêrê xwenîșandanek hember Wezareta Dadê ya Herêma Kurdistana Îraqê pêk hat û hejmareke parêzer, mafperwer û çalakvanên sîvîl tê de beşdar bûn.

Di xwenîşandanê de daxwaz hate kirin ku Îraq bibe endama Dadgeha Tawanan ya Navnetewî (ICC).

Xwenîşandêran got ku ger Îraq bibe endama dadgehê, hemî tawanên ku hatine serê gelê Kurd wê mîna jenosîd anku tevkujî werin nasîn.

Your browser doesn’t support HTML5

EZ_04_12_2018