Îranê Du Gencên Kurd û Du yên Îraqî Sêdare Dike

Iran executed two Kurdish citizens, Ramin Zele (L) and Karim Maroufpour, on May 21, 2026.

Dezgeha dadwerî ya Îranê îro Pêncşemê ragihand ku wê du ciwanên Kurd bi navê Ramîn Zaleh û Kerîm Marûfpûr sêdare kirîye. Îranê ragihand ku bi tawana endamtîya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, sêdare kirin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Zaleh û Marûfpûr li Girtîgeha Nexedeyê bi dizî hatin darvekirin. Agahî nedan malbatên wan û rê nedan ku malbatên xwe bibînin.

Ajansa nûçeyan a Mîzan, ku girêdayî dadwerîya Îranê ye, daxuyanîyek belav kir û darvekirina wan piştrast kir. Mîzan dibêje ku Zaleh û Marûfpûr bi "endamtîya komên terorîst", "serhildana çekdarî" û "hewldana kuştinê" tawanbar kirin.

Herwiha, Rêxistina Hengaw duh roja Çarşemê ragihand ku Îranê di meha Nîsanê de li Girtîgeha Navendî ya Kerejê du welatîyên Îraqê bi dizî sêdare kirine.

Herdu zilamên ji bajarê Amare bi navê Elî Nader el Obêdî û Fazil Şêx Kerîm, berê bi dozeke hevpar bi tawana "sîxurîya ji bo welatekî erebî" cezayê sêdarekirinê lê hatibû birîn.

Çavkanîyan da zanîn ku herdu welatîyên Îraqî par li Kerejê ji alîyê hêzên îstîxbaratê ve hatin girtin û paşê ji alîyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Li gor heman çavkanîyan, ew di dema 11 mehên girtina xwe de, di navendên îstîxbaratê û Şoreşa Pasdaran (IRGC) de hatine êşkencekirin.

Piştî operasyona Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê, rejîma Îranê hejmara bidarevkirinan zêde kir û rojane çend kesan sêdare dike.