Cezayê Darvekirinê Jinûve di Rojeva Tirkîyê de ye

Piştî daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû, di pirsnameyên nav gel de sizayê darvekirinê tê xwestin, cezayê îdamê careke din kete rojeva welêt.

Li gor Serokwezîrê Tirkîyê, divê biryara cezayê darvekirinê jibo kesên kuştinkarî kirine, li ser daxwaza malbatên ku ji wan hatine kuştin were dayîn.

Gotinên birêz Erdogan yên jibo cezayê darvekirinê ku ev çend car in dubare dike, hem li nav Tirkîyê hem jî li Yekîtîya Ewropa (YE) rastî bertekan hatin.

Li Tirkîyê tenê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) piştevanîya anîna sizayê îdamê dike. MHP gotinên Serokwezîr yên li ser babetê jî wek xapandin binav dike û dibêje, yê ku berî 10 salan erê kiriye ku cezayê darvekirinê rabe, Serokwezîr Erdogan bi xwe ye.

Karbidestên Yekîtîya Ewropa nîqaşên li ser sizayê darvekirinê bi tundî rexne dikin û dibêjin, nabe ku Tirkîye di rêya endambûna YE’yê de reforma herî mezin ya ku pêk anîye, paşve bikişîne.

Her du partîyên din li parlemana Tirkîyê, Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) jî hem jibo sûcên sîyasî hem jî yên din naxwazin sizayê darvekirinê were.

Nivîskar û rewşenbîrên Tirkîyê jî bi piranî li ser sizayê darvekirinê fikarên xwe tînin ziman û dibêjin, pir seyr e ku li welatekî berê xwe daye pîvanên demokrasîya Yekîtiya Ewropayê, nîqaşên wiha werin kirin.

Rêvebirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AK Partî) li parlamanê dibêjin, di rojeva wan de tu guhertineke bi vî rengî nîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raport_ST_11_14_12