Karmendên bijîşkî got ku roja Yekşemê êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li Xezayê herî kêm du Filistîniyên di wesayîtekê de kuştin û 13 kesên din birîndar kirin.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, êrîşa li taxa Tel Hewa ya li rojavayê bajarê Xezayê wesayîtek perçe perçe kir.
Karmendên Pizîşkî yên xwecihî ji ajansa Reuters re got ku wan ji xelkê xwestine ku agahiyên ku dikarin bibin alîkar di naskirina nasnameya herdu kesên kuştî de, bidin.
Artêşa Îsraîlê got ku êrîşê du çekdarên Hemasê kirin armanc, bêyî ku agahiyên din bide.
Agirbesta Cotmeha 2025’an a bi piştgirîya Amerîkayê şerê berfireh li Xezayê rawestand, lê êrîşên Îsraîlê bi dawî neaniye û di gavên ber bi aştiya mayînde ve pêşketinek hindik çêbûye.
Îsraîl dibêje ku Hemas agirbestê binpê dike û Hemas jî, Îsraîlê bi wê yekê tawanbar dike.
Li gorî rayedarên tenduristîyê yên xwecihî, ji dema ku agirbest ketiye di warê cîbicîkirinê de, zêdetirî 1,300 Filistînî, ku piranîya wan sivîl in, li Xezayê hatine kuştin, di heman demê de artêşa Îsraîlê dibêje ku çar leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.