Îsraîl Serkirdeyekî Hemas'ê li Xezayê Dike Armanc

Wêne ji Arşîfê ye

Hêzên Bervanîya Îsraîlê (IDF) îro Pêşncşemê 12ê Mijdarê ragihand ku wan “fermandarê lîwaya Xan Yûnis a Hemasê Muhammed Ebû Îsmaîl û terorîstên din ên ku di Nexweşxaneya Nasir de veşartî bûn, di êrîşekê de li başûrê Xezayê kirin armanc.”

IDF’ê got “Ebû Îsmaîl berpirsîyarê rêvebirina êrîşên terorîstî yên dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF’ê û girtina gelek rehîneyan bû di seranserê şer de.”

“Hemasê kompleksa nexweşxaneyê veguherandiye baregehekê da ku bi dehan êrîşên terorîstî pêş bixe û şiyanên terorê yên lîwayê vegerîne. Wekî din, bi dehan rehîne di nexweşxaneyê de dîl hatine girtin,” IDF’ê got.

Hêzên Îsraîlê dibêjin ku wan berî êrîşê, hişyarîyên pêşwext dane sivîlan û cebilxaneyên bi rêberîya rast û çavkanîyên bi rêya çavdêrîya esmanî hatine karanîn da ku ziyanan li sivîlan kêm bikin.