Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Înê ragihand ku wan bêhtirî 7,500 çek û alavên leşkerî li başûrê Libnanê dîtine û jikar xistine.
IDF’ê li ser platforma X’ê got, “Li başûrê Libnanê zêdetirî 7,500 çek ligel alavên leşkerî hatine hilweşandin.”
IDF’ê lîstek ji bo çekên ku hatine dîtin û nehatine jikarxistin belav kir û got, “Tiştên ku hatine dîtin û nehatine jikarxistin ev in: bêhtirî 1,000 sindoqên cebilxaneyan, 750 çekên sivik, 450 çarcer, 300 perçeyên alavên leşkerî, 200 bombeyên destan, û 140 topên hawnê.”
Wê di dirêjîya lîsteyê de dîtina “90 avêjkerên mûşekan, 60 kemberên teqemenîyan û 20 mûşekên dijî tankan û dijî balafiran,” anîn ziman.
“Di heman demê de, hejmareke mezin ji materyalên teknîkî ku bi tevahî 3,300 kelûpel hatine dîtin,” IDF’ê got.
Tevî hebûna agirbestekê di navbera Îsraîl û Libnanê de, şer û pevçûnên Îsraîl û Hizbullahê, bi taybet li başûrê Libnanê, nehatine rawestandin.