Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Sêşemê ragihand ku leşkerên wan di operasyonên li herêmên Xîyam, Teyr Herfa, Meys el-Cebel û Mecdel Zûn ên di hundirê Herêma Ewlekarîyê de, zêdetirî 540 cihên çekdarên Hizbullahê xira kirine, ku di nav wan de depoyên çekan jî hene.
IDF’ê li ser platforma X’ê eşkere kir ku leşkerên wan zêdetirî 150 çek dîtine.
Di nav van çekan de, bombeyên destan, roket, mûşekên RPG, mûşekên antî-tank ên nêzîk û dûr, top, tivengên Kalaşnîkov, teqemenî, çekên piçûk û gulle û fîşek jî hene.