IDF’ê Karbidestekê Din ê Ewlekarîya Navxweyî ya Hemasê li Bakurê Xezayê Kuşt

Arşîv: Hêzên Îsraîlê li Xezayê, (Photo by Menahem KAHANA / AFP)

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan Mihemed Ebû el-Owf, karbidestê Dezgeha Ewlekarîya Navxweyî ya Hemasê li bakurê Xezayê kuştîye.

Ev yek rojekê piştî kuştina fermandarê Hemasê, Ne’îm Mihemed Aşûr Ebû Nehil, pêk hat ku Serokê giştî yê Dezgeha Ewlekarîya Navxweyî ya Hemasê bû û roja Sêşemê di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hatibû kuştin.

Dibe duyemîn fermandarê hêzên ewlekarîya navxweya ya Hesmaê di kêmtirî 24 demjimêran de tê kuştin.

IDF’ê li ser platforma X’ê eşkere kir ku Ebû el-Owf kesayetîyekî girîng ê Hemasê bû û xwedî ezmûneke mezin bû di hewlên astengkirina operasyonên IDF’ê yên li Xezayê de.

IDF’ê herwiha got ku Dezgeha Ewlekarîya Navxweyî ya Hemasê ji bo domandina desthilata xwe ya li ser Xezayê, li ser hesabê xelkê herêmê tê bikaranîn.

Li gor daxuyanîyê, ev dezgeh ji kuştina dijberên Hemasê û birêvebirina navendên îşkenceyê berpirsîyar e, ku ji bo tepeserkirina xwepêşandanên li dijî desthilata Hemasê tên bikaranîn.