IDF: Me li Bakurê Xezayê Çar Çekdarên Hemasê Kuştin û Bingehên Mûşekan Wêrankirin

Israeli military conducts operations inside the Gaza Strip

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) îro Çarşemê ragihand ku wan çar endamên Hemasê kuştine û bingehên avêtina mûşekan yên “Wê rêxistinê” pûç kirine.

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), li ser platforma X'ê ragihand ku wan hefteya borî li bakurê Xezayê êrîş kir. Di vê êrîşê de, wan çar endamên Hemasê kuştin ku dixwestin “li dijî leşkerên Îsraîlê çalakîyan bikin.”

IDF'ê navên her çar endamên Hemasê yên hatine kuştin eşkere kirin: Wa'îl Mahmûd Ali al-Bad û Mu'az Muhamad Hassan Ahmad ku berpirs bû ji mûşekên antî-tank, Samih Abu Kamil ku fermandarê tîmeke çekdar bû, û Akram Ashraf Hamad al-Bad ku segvan û nîşangir bû.

IDF'ê herwiha bingeh û alavên avêtina mûşekên Hemasê wêran kirin. IDF'ê got “ev mûşek ji bo êrîşkirina ser leşkerên Îsraîlê û welatîyên sivîl hatibûn amadekirin.”