IHRNGO: Îranê di 10 Rojên Dawî de 42 Kes Sêdare Kirine

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) îro Înê ragihand ku di 10 rojên dawî de 42 kes li Îranê hatine sêdare kirin.

IHRNGO dîyar kir ku 22 ji wan kesên darvekirî Belûc in û du ji wan jin in.

Li gor daxuyanîya IHRNGO 27 kes ji tawanên girêdayî madeyên hişbir hatine sêdare kirin û di rojên pêş de taybetî li zindana Qezel Hesar tirsa darvekirinên nû heye.

Dîrektorê IHRNGO Mahmûd Amîrî-Mogheddam hişyarî da bîragiştî ku hember îhtîmala sêdarekirinên berfireh li zindana Qezel Hesar, bi lezûbezî dengê xwe bilind bike.

“Komara Îslamî do 10 rojên borî de di nava her 6 saetan de yek kes kuşt, lê civata navnetewî bê deng dimîne. Ji nivî pirtir kesên ku hatine kuştin ji kêmanîya Belûc û girtîyên madeyên hişbir yên ji civatên herî xizan in.”

Mogheddam îdîa kir ku armanca wan darvekirinan ne şerê dijî tawanan e, lê belavkirina tirsa nava civakê ye.

Daxuyanîya IHRNGO dîyar dike ku tenê 2 ji wan 42 sêdarekirinên 10 rojên dawî ji alîyê jêderên fermi ve hatine ragihandin û ji destpêka salê heta niha 194 kes li Îranê hatine darve kirin.

IHRNGO bal dikşîne ku Belûc tevî ku tenê 2-6 ji sedê nîfûsa Îranê pêk tînin, 22 ji sedê hemî girtîyên li zindanan û 30 ji sedê hemî darvekirinan pêk tînin.