Îmarat Êrîşên Îranê yên Ser Behreyn û Kuweyt û Urdunê Şermezar Dike

Dîmenên Êrîşên Îranê bo ser welatên herêmê

Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) roja Yekşemê 19'ê Tîremhê, êrîşên nû yên Îranê yên ku bi mûşek û dronan kirin ser Behreyn, Kuweyt û Urdunê, bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyanîyeke taybet a Wezareta Derve de, Îmaratê got, "ev êrîşên dijminkarane binpêkirineke eşkere ya serwerîya niştîmanî ya welatên bira ye, û em wan êrîş û gef li ser ewlehî û aramîya xwe dibînin."

Wezaretê herwiha hevgirtin û hevkarîya tevahî ya Îmaratê bi Behreyn, Kuweyt û Urdunê re dubare kir, û piştgirîya xwe ji bo hemî tedbîrên ku ji bo parastina ewlehî û aramîya wan hatine girtin, nîşan da.