Televîzyona Rikeber IMC TV û Çend Dezgehên Din li Tirkîyê Hatin Girtin

Xebatkrên IMC TV

Îro berî demeke kin weşana IMC TV ya serbixwe, dema kanal di weşana zindî de bû, ji alîyê polîsan ve hate rawestandin. Televîzyon li gor Biryarnameya bi Desthilata Qanûnê (KHK) hate daxistin, ku piştî ragihandina rewşa awarte hatibû derxistin.

Bilî IMC TV, weşana kanaleke din ya rikeber, Hayatin Sesi TV û radyoya hevrik Ozgur Radyo jî hate sekinadin.

Do Duşemê jî kanala zarokan ya bi zimanê Kurdî, Zarok TV, kanala bi zaravayê Kirmanckî Jîyan TV û dû re jî hevkara me Ozgur Gun TV û Azadî TV jî hatibûn sekinadin.