Îmran Xan: Emê Ti Car Nebin Alîyê Pêşî yê ku Çekên Navokî Bikar Tîne

Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ser girjîya bi Hindistanê re got ku ewê nebin welatê pêşî yê ku çekên navokî bikar bîne.

Xan da zanîn ku ew û Hindistan xwedîyên çekên navokî ne û dîyar kir ku ger girjî gur bibe ewê bo cîhanê metirsî çêbe.

‘’Emê ti car nebin alîyê pêşî yê ku î çekên navokî bikar tîne’’ Îmran Xan.

Hindistanê di serê Tebaxê de statuya taybet ya Camu Keşmîrê betal kiribû û girjîya di navbera Pakistan û Hindistanê de jinûve gur bûbû.