Rikeberîya Hindistanê Desthilatê jiber Dîmenên Destdirêjîya li Ser Jinan Rexne Dike

Girjîya li girên Manipurê piştî vîdyoyeke 4’ê Gulanê gurtir bûye ku ji du alîyên şerker, zilaman li hêlekê û du jinên hêla din tazî nîşan didan.

Vîdyoya ser medyaya civakî nîşan dide ku li gundekî şenîbar ya herêma Senepatî destdirêjî li jinan tê kirin.

Polîsê Manipurê, 20 Tîrmehê ser bûyerê çar berguman girtin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi ser bûyerê dîyar kir ku hiqûq wê bi hemî hêza xwe were xebitandin û ti tawanbar wê neyên efû kirin.

Muxalefeta Hindistanê ser bûyerê hikûmetê tawanbar dike û dibêje ku demokrasîya welêt veguherîye ‘’mobokrasîyê.’’

Serdozgerê Hindistanê D.Y. Chandrachud jibo dîyar bike ku dîmenan acizîyeke kûr çêkiriye, ji karbidestên payabilind yên hiqûqê xwest ku pêdaçûnê li dû bûyerê bikin.

Chandrachud ferman da rêvebirîya Manipur û hikûmeta navendî ku lêpirsîn çêkin û tawanbaran ceza bikin.

Jêder: Thehindu