IOM: Koçberîya 200 Mîlyon Mirovan ji Ber Guherîna Avûhewayê di Rîskê de ye

Arşîv: Hejmarek Koçberên Lîbyayê

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) ragihand ku jiber guherîna avûheweyê, pirtir ji 200 mîlyon mirov ketine di rîsk de, ku ji warên xwe bi neçarî koçber bibin.

IOM dide zanîn ku ew mirov li wan herêman dijîn ku krîza avûhewayê bandoreke mezin lê dike.

Li gor agahîyên IOM’ê par 2025’an bi qasî 30 mîlyon mirov jiber bahoz, hişkesalî, şewata daristanan, germahîyên zêde û lehîyan neçar mabûn ku ji warên xwe derkevin.

Dengê Amerîka ser hişyarîyên IOM’ê, ji Hilcivîna Avûhewayê ya Gelan (PCS), bîyolog û aktîvîsta ekolojîyê Halime Şaman re peyivî.

Şaman da zanîn ku hejmarên IOM’ê nebûna dadmendîyê nîşan didin û got berî herkesî ew kesên ne berpirsên mezin yên krîza avûhewayî ne neçar dimînin ku malên xwe terk bikin.
"Çîrokên koçkirinê tenê jiber hişkesalî û lehîyan çênabin. Şer jî li seranserê cîhanê zirarê didin axê, avê û daristanan û mirov mecbûrî derketina, ji welatên xwe dibin."

Wê got ku dewlet di van krîzan de li şûna ku guh bidin mirovên mexdûr, bo berjewendîyên kompanîyên mezin tevdigerin û hilcivînên avûhewayên yên wek COP’ê jî çareserîyan nabînin.

Şaman dîyar kir ku divê ew berê sîyaseta cîhanê ji çek û şeran bidin krîzên avûhewayê û mafên wan kesan biparêzin ku neçar mane ji warên xwe derkevin.

Seroka IOM’ê Amy Pope duh Înê li COP31'a li Antalyaya Tirkîyê bang li dewletan kiribû ku bi mîlyaran dolaran ne jibo ewlekarîya sînor, lê jibo têkoşana dijî sedemên koçkirinê xerc bikin.

Pope dîyar kiribû ku ewê destekên bo komên di bin rîskê de hîn kêrhatî û însanî bin.

IOM dide zanîn ku li welatên pêşve diçin jibo tedbîrên dijî guherîna avûheweyê her sal herî kêm pêdivî bi 310 mîlyar dolar heye, lê kêmtir ji 30 mîlyar dolar tê topkirin.